Li Bin Sîya Welatêkî

By (author)Şivan Zeren

9,99 

2 متوفر في المخزون

Li Bin Siya Welatekî ji nivîsên Şivan Zeren yên gera Nisêbînê, Cizîrê, Pirsûs, Mêrdîn û Ewropayê û w.d pêk tê. Bi zimanekî wêjeyî û dilîniya dewrêşekî hatiye darijandin. Vegotina Şivan Zeren mirov dibe wan erdana û aresteyî xeyalan dike.
“…Di rê de em bi serekî hin Kobaniyên din, ko di dikan û mizgeftan de hatine bicîhkirin dibînin. Li erdeke di nêv xaniyan de vala û bi molozên dîwarên xirabûyî, li ser mehfûreke kevnare pîrejinek diponije dibînim, gava nêzî wê dibim, hêla çepê yek odeyeke biçûk jî li ber çavê min dikeve. Nêzî pîrejinê dibim ko wê kêliyê bi foto nemir bikim. Yekî du torbe meqerne xêra xwe dayê, ew jî xilas bûye, kes alîkariyê jî nade, nizanin çibikin…”
“… Ez ê rahêlim vê xemên ko cergê min daye ber şîşan bê navber ez bê nefes hiştime. Ez ê rahêlim vê sotinê herim welatê bav û kalan… Ava Binûsra diçe ber bi rêlên Nisêbînê ve, ava Dîcle xwe dike nazenîn ber bi yara xwe î Cizîrê ve. Ez, ê ku bisekinim, ku li ba bibim, ku bang bibim ji bo zarokan, ev dil bafirok e, kil dibe li asîman. Dibêm li ber wê kêlê bisincire ev evîn, li ber wê kêlê şi’îr bibe dûa li ser lêvên min î ziwa…”
book-author

Customer Reviews

There are no reviews yet.

Be the first to review “Li Bin Sîya Welatêkî”

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني.