Çendî ew bixwezibin..
Şûşeya hêminiya te bişkînin Damarên te
Ji zeviyê jînê hilkin Û di guhên goristanan de azan din
Çendî ew hewil bidin Xwînê…
Bi ser dêmên sibehan de biherikînin Rojê…
Ji bihna kuzûrê gêj bikin Û heyva rûliken
Di bersîngê ewrên tarî de veşêrin
Lêvên pêdariya te Ji girnijînê mest dibin Û tiberka evîna te
Di xwîna min de
Her reng dide welato!
Her reng dide…
Be the first to review “Gulistan pîr nabin”